Şokolata tehl û bandora wê li ser hêdîkirina pêvajoya pîrbûnê
Li gorî lêkolîneke nû, pêkhateya xwezayî ya Theobromine’ê li nav şokolata tehl dikare taybetmendiya xwe ya dijî pîr û kalbûnê hebe.
Ev made bi taybetmendiyên xwe yên dijî hawkirinê û antî-oksîdanbûna xwe dikare bandore li temenê bayolojîk a leşî bike.
Temenê Bayolojîk ku nîşandera temenê rastqîne yê xaneyên leşî ye, berovajî temenê rojhejmêrî di bin bandora hokarine weke pergal û diyeta xwarinê de ye.
Di vê lêkolînê de bi lêhûrbûna li ser guherînên DNA’yê û dirêjahiya Telomere’an (kumikên parêzvanê Kromozomê), rêkiliya asta Theobromine’a xwînê û Temenê bayolojîk hat nirxandin.
Encama lêkolînê li er derdora 1600 beşdaran nîşan da ku kesên bi rêjeya bilind a Theobromine’ê xwedî temenê bayolojîk ê kêmtir bûn. Gerçî ku ev encamp hêvîder e, lê pispor hişyarî didin ku zêdebûna xwarina şokolata tehl ji ber naveroka wê ya şekir, çewrî û kaloriya zehf, rêkara têkûz a dijî pîrbûnê nîne û lêkolîene zêdetir hewce ye.