Roja 28ê Kanûna 2025an dê 3 setlaytên îranî di Xolgeha LEO'yê da cih bigirin
Kanûn 22, 2025 20:58 Asia/Tehran
Rêxistina Fezayî ya Îranê ragihand: Sê setlaytên Zefer-2, Paya û Versyona xurtbûyî ya Kewserê ji Binkeya Fezayî ya Vostochny'ê ya Rûsyayê û bi setlaythavêja Sayuz'ê dê di Xolgeha LEO'yê ku bilindahiya wê 500 kîlomitrî ye, cih bigirin.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Setlayta Zefer-2 berhema lêkolerên Zanîngeha Îlm û Senetê ye.
Setlaya Paya'yê bi şiyana wênekişandinê ya 5 mitr di wêneyên reş û sipî da û 10 mitr di wêneyên rengî da, dikarî di warîn çandinî, çavkaniyên avê, jîngeh û nexşekişandina bajarî were bikaranîn.
Setlayta Kewserê jî setlayteke pîvandina ji dûr a pêşketî ye ku ji aliyê Kompaniyên Zanist-bingeh va hatiye çêkirin.