Lawaziya hînbûnê di zarokan da; dema ku fêrkariyên 'tenê bihîstinî' têrî nakin
Derûnnasekî zarok û nûciwanan dibêje: Dema ku zêdetir ji sedî 70ê hînbûnê bi rêya dîtinê pêk tê, lawaziya lêhûrbûnê di fêrkariyên tenê bihîstinî tiştekî xwezayî ye.
Vî derûnnasê zarok û nûciwanan bal kişande ser analîza hegerên lawaziya lêhûrbûn û hînbûna zarokan di fêrkariyên tenê bihîstinî da û tevî raberkirina hin rêçareyan ji bo malbatan, got: Eger mamoste tenê li paş maseyê rûne û biaxive, bêyî bikaranîna şêwazên cihêreng, di pratîkê da tenê sedî 13-14 ji kapasîteya hînbûnê bi kar bîne û karayîya fêrkariyê gelekî kêm dibe.
Wî derbarê binesaziyên niha ji bo fêrkariya serhêl, got: Heta tevî pêşketinên teknîkî, zihn û xaneyên me yên rehî hîn bi temamî amadeyî pejirandina sedî sed a fêrkariya serhêl nîne û rola çend hokarên xwar5ê di vê yekê da heye:
Westiyana mejî ji ber ronahiya şaşeyê û pêvajokirina zanyariyên dîjîtal, hebûna handêrên rikeberane li malê (weke televîzyonê), kêmbûna danûstanên civakî yên amadehî û lawaziya xwerêkxistinê ya zarokan.
Vî derûnnasî got: Bikaranîna Hişê Çêkirî, atmosfera jiyana dîjîtal û şêwazên cihêreng ên fêrkariyê, pêşeroja înkarnebûyî û bivê-nevê ya fêrkariyê ye, lê şêwazên niha yên dibistanan, nûciwanan ji bo derbasbûna bo cîhana serdema meziniyê amade nake û ev yek nîşandera hewceyîya lezgîn bo venihêrîna li ser naverok, sermijar û şêwazên fêrkariyê ye.