Kanûn 02, 2025 13:47 Asia/Tehran
  • Sirrê ciwaniya mejî; masûlkeyên bihêztir, çewriya kêmtir bi rêya spor û xwareka saxlem

Lêkolîneke pêşeng nîşan dide pêkhateya leşî bi awayekî rasterast bandorê li temenê mejî dike.

Li gorî skenên pêşketî yên MRI'yê, kesên bi girseya masûlkeyan a zêdetir û çewriya nihênî (Visceral Fat) ya kêmtir, xwedî mejiyên bi temenê biyolojîk ê ciwantir in; temenê ku şert û mercên rasteqîne yên xaneyên leşî nîşan dide û digel temenê rojhejmêrî cihêwaz e.

 

Têkiliya rasterast a leş û mejî

Lêkoler bi vekolandina hezar û 164 kesên tendurist bi sûdwergirtina ji teknolojiya pêşketî ya MRI'yê û Hişê Çêkirî tê gihîştin ku kesên bi girseya masûlkeyan a zêdetir û çewriya nihênî (Visceral Fat) ya kêmtir, xwedî mejiyên bi temenê biyolojîk ê ciwantir in; çewriya nihênî (Visceral Fat) çewriya nihênî ye ku li devera zik û derdora organên bingehîn ên weke dil û kezebê kom dibe.

 

Çewriya nihênî yan jî çewriya hinavî; Gefa sereke

Dr. Sîrûs Racî serperestê vê lêkolînê dibêje: Beşdarên ku girseya masûlkeyên wan zêdetir bû, mejiyekî ciwantir jî hebûn, lê ew ên ku rêjeya masûlkeyên wan ji çewriya nihênî ya leşê wan kêmtir bû, xwedî mejiyên pîrtir bûn. Xala balkêş eva bû ku çewriya binçermî têkiliyeke watedar digel pîrbûna mejî tunebû.

 

Çareser çi ye?

Lêkoler kiryarên xwarê wek rêkarên zanistî pêşniyaz dikin:

1 - Xurtkirina girseya masûlkeyan bi spor û livdariya berdewam;

2 - Kêmkirina rêjeya çewriya nihênî bi rêya şopandina diyeta xwarinê ya saxlem;

3 - Şopandina pêkhateya leşî bi MRI'ya tevahiya leşî.

Serepeyv