5 xalên zimanê leş ku hesta hêza zêdetir didin mirov
Piştî axaftinê, zimanê leş ji amûrên herî giring ên têkilîdanînê ji bo gihandina mebesta me bo kesên din e.
Eger kesek têra xwe derbarê zimanê leş bizane, dikare çend gavan li pêş kesên din be û bi berçavgirtina şêwazên cûrbicûr ên vî zimanî bandorê li aliyê hemberî xwe bike.
1 - Forsa hêzmendane nîşan bide
Tu dikarî rawestî û destên xwe ber bi du aliyên leşî va vekî yan li ser maseyê dayînî. Herwiha tu dikarî destek an her du destên xwe dayînî ser kembera xwe. Lêkolîn nîşan didin forsa bihêz û parastina wê bo du deqe yan zêdetir, asta hormona testosteroanê zêde dike û dibe sebeb ku asta hormona Kortîzolê ku dema qewimîna strêsê berhem tê, kêm bibe.
2 - Berbendan ji holê rake
Dema ku biryar e bi kesekî ra rûbirû biaxivî yan li cihekî ji bo komekê biaxivî, haya te hebe ku ji pêş va hemî tiştên ku mumkin e rê li ber têkiliya bibandor bigirin yan balê bikişînin, ji nêzikî xwe rakî.
3 - Dest bide
Rast e ku gelek ji me kêfa me ji destdayînê nayê, lê ev tevgera bixêrhanîn û pêşwaziyê rêyeke herî xwerû ji bo nîşandana xwebaweriya me ye. Destdayîna tevî bişirîneke aram dikare bandora herî zêde di rûbirûbûna yekem da li ser aliyê hember bike.
4 - Hewl bide hertim dengê te aram be
Divê hewl bidî gotina te aram û qahêm be. Wê demê ye ku dikarî bi başî bandorê li dil û zihnê bîser bikî.
5 - Di dema axaftinê da destên xwe bi kar bîne
Pirraniya axêver an rêberên mezin di dema axaftinê da bi şarezayî û baldarî tevgerên destên xwe bi kar tînin. Lê divê haya te jê hebe ku tevgera dest gişt bala aliyê hember ber bi xwe va nekişîne, ji ber ku tiştê giringtir gotina te ye.