Cotmeh 27, 2025 15:35 Asia/Tehran
  • Hezar rojên zêrrîn ên jiyana zarok çi ye û çima giring e?

Hezar rojên seretayî yên jiyanê ku ji destpêka ducanîbûnê heta dusaliya zarok digire ber xwe, dewreyeke zêrrîn û çarenûssaz ji bo geşekirina leşî, meirifî û tenduristiya zarok di pêşerojê da tê hesab.

Çima hezar rojên destpêkê giring e?

Di vê dewreyê da mejî û leşê zarok bi awayê herî lez geşe dike û bingehên tenduristiya zarok di pêşerojê da, pêşîgirtin li bedxorakiyê û serkeftinên wî di warên perwerdehî û karî yên pêşerojê da teşe dide.

Qonaxên hezar rojên zêrrîn:

•    Heyama ducanîbûnê

•    Jidayîkbûn heta 6 mehiyê: Şîrdayîna taybet

•    6 heta 12 mehiyê: Xwerandina temamker + şîrê dayîkê

•    1 heta 12 saliyê: Veguhestin bo xwarina malbatê


Dûhatên xeflet û sersariyê:

•    Bejnkurtî û derengmayîna geşekirinê

•    Jarbûna zêde û lawaziya hêminiya leş

•    Pirsgirêkên me'rifî û hînbûnê

•    Zêdebûna xetera nexweşiyên derdirêj

•    Zêdebûna mirina zarokan


Rêkarên pêşîlêgirtinê:

•    Pergala xwarinê ya baş ji bo dayîkên ducanî

•    Rewacdana şîrdana taybet

•    Xwerandina temamker di dema xwe da

•    Bidestxistina xwarekên dewlemend û saxlem

Serepeyv