Cotmeh 11, 2025 09:53 Asia/Tehran
  • Çima zarokên sava li kesên din didin? 6 heger + 6 rêçare

Ji tevgerên acizker ên ku zarokên sava nîşan didin yek jî ev e ku bi henek an cidî, li kesên din didin; yanî kesên din didine ber lêdan û kutekê.

Xwezayî ye ku ev tevger dêûbavan nerehet dike. Eger hûn bibînin ku zarokê we li kesekî dide, dibe ku hûn gelekî nerehet bin û bifikirin ku ev tundûtûjî hertimî ye; lê nîgeran nebin. Reftara guncan digel zarokekî ku kesên din dide ber lêdanê pirsgirêkê çareser dike.

6 heger ji bo vêya ku çima zarokên sava li kesên din didib

1 - Hewldana ji bo danîna têkiliyê

Zarokên sava jî weke mezinan dibe ku biwestin, birçî bibin an jî bêhna wan teng bibe. Ciyawazî ev e ku wan pisporiyên axaftinê yên pêwîst ji bo naskirin û veguhestina van hestan tunene û neçar in ku bi rêya tevgerên acizker weke lêdanê bi kesên din ra têkilî dayînin.

2 - Berevanîkirin ji xwe

Dibe ku we fêm kiribe ku zarok pirrî caran demekê li kesin din dide ku mijûlî lîstinê ye. Dibe ku ev tevger di demên lîstinê da cûreyeke berteka berevaniyê ji bo parastina xwe û pêlîstokên xwe be. Di vê rewşê da, bi lêdana kesên din hêrsa xwe diyar dike.

3 - Derbaskirinab rojeke nebaş

Zarok jî mîna me mezinan carinan ji ber ku rojeke nebaş hebûne, bêhna xwe wan teng dibe û ji ber ku nikarin van hestan bi rêya axaftinê derbibirin, bedxuliyên xwe bi lêdanê nîşan didin.

4 - Zarok zar bi kesên din dikin

Carinan zarok bêyî haya xwe zar bi tevgerên kesên din dikin. Dibe ku hegera vê yekê ku zarok li kesên din didin, ev be ku xwîşk an birayê xwe yê mezintir di dema pevçûna digel hevalê xwe dîtiye û niha dixwaze vî karî teqlîd bike.

5 - Cerribandina tiştên nû

Zarokên sava berdewamn ji xwe dipirsin: "Eger ez vî karî bikim, dê çi biqewime?" Carinan lêdana kesên din cûreyeke cerribandina tevgeran û mereqdariya wan nîşan dide.

6 - Hewceyî bi atmosfera zêdetir

Zarok hêdî hêdî digel atmosfer û kesên nû nasyar dibin. Li rex hemî feydeyên vê berfirehbûna pêwendiyan, dibe ku carinan zarok hest bhi nebûna ewlehiyê bike û bi lêdan an gestina kesên din van hestan nîşan bide.

6 rêçare ji bo tevgeriyana digel zarokekî ku li kesên din dide

1 - Derdem bikevin destwerdanê

2 - Hegera hêrsbûna zarok peyda bikin

3 - Çalak bin

4 - Bihêrs nebin

5 - Bi zarok ra hevxemî bikin

6 - Tevgera wî li hestên kesên din girêbidin

 

 

Serepeyv