Çawa zarok bi nivîsîna ser kaxezê jîrtir dibin?
Heke hûn bi dû şêwazeke misoger in ku zarokên we bibin kesên jêhatî û zana, rêkareke taybet heye: Laptop û alavên hişmend ji wan bistînin û li dewsa wan kaxez û pênûsê bidine wan!
Gelo nivîsîna li ser kaxezê zarokan jîrtir dike?
Lêkolîna ku vê dawiyê li Kovara ‘Frontiers of Psychology’ê hatiye weşandin, radigihîne ku nivîsîna li ser kaxezê dikare bibe sebeba xurtbûna bîr û hişê zarokan. Di vê lêkolînê da mejiyê 36 xwendekaran di dema nivîsîna bi dest li ser kaxezê, herwiha dema nivîsîna bi alîkariya klavyeyê hat vekolandin. Dema ku xwendekaran bi destê xwe dinivîsîn, rêçên girêdana elektrîkî li hin deverên mejiyê wan ku ji bo teşegirtina bîreweriyan û şîfredarkirina zanyariyên nû bingehîn in, gelekî aloztir bûn. Eger em bixwazin bi zimanekî sadetir vê yekê bibêjin, nivîsîna bi pênûsê dikare xebata mejî baştir bike. Ji vê hêlê va, baştir ev e ku zarok ji biçûkatiyê va fêrî nivîsîna li ser kaxezê bibe da ku rêçên girêdana rehikan (Nerve) pêk bên ku şert û mercên guncaw ji bo hînbûna mejî dabîn dikin.
10 pêşniyazên pratîkî ji bo dêûbav û mamosteyan:
- Pêkanîna hin behaneyan ji bo nivîsîna bi destan
- Handana ji bo nivîsîna rojane
- Bikaranîna lênûsk û pênûsa balkêş
- Lîstikên nivîsarî
- Pêkeve bikaranîna nivîsîna destî digel teknolojiyê
- Hînkirina nivîsîna ser kaxezê
- Nivîsîna çîrokan û xwendina hevpar
- Handan bo nîgarekêşan tevî nivîsînê
- Tijîkirina lênûskekê ji bo plandarêştinê
- Lidarxistina kargehên nivîsînê
- Avakirina atmosfereke handêr û bêyî strêsê
Nivîsîna bi destan û li ser kaxezê pisporiyek e ku divê were parastin
Nivîsîna bi destan û li ser kaxezê pisporiyek e ku dikare bandoreke zehf li ser hînbûnê û xurtkirina hişê zarokan bike. Tevî pêşketina teknolojiyê, dîsan jî divê em nehêlin ku ev pisporî were jibîrkirn. Anegorî pêşniyazên zanistî ku hatine pêşkêşkirin, dêûbav û mamosta dikarin bi avakirina atmosfereke guncaw û bi saya bikaranîna şêwazên cihêreng, zarokan hanî nivîsîna bi destan bidin.
Em ji bîr nekin ku, hevsengiya navbera şêwazên kevneşopî û teknolojiyên nûjen di fêrkariyê da, dikare encama baştir di pêvajoya hînbûnê da bi xwe ra bîne û bikaranîna alavên teknolojîkî yên pêşketî jî di pêvajoya fêrkariyê da bibandor e.