Îlon 23, 2025 11:06 Asia/Tehran
  • Hinek nihêniyên Zimanê Leş ku pêwîst e her kes bizane

Gelo te heta niha hêvî kiriye ku xwezî te bikariya bîr û zihna kesên din tê bigihêjî? Hinek kes bi alîkariya hîsê xwe yê şeşem dikarin tiştê di zihnê kesên din tê bigihêjin.

Vêca eger hîsê te yê şeşem ewqasî bihêz nebe, tenha rêçare zanîna rêbaz û hûrgiliyên Zimanê leş e ku bikarî tiştê di zihna kesên din derbas dibe, tê bigihêjî. Eger kesek van nîşaneyên ne-axaftinî bişopîne, dikare sirra dilê aliyê hember bi jîriyeke hindik tê bigihêje.

1. Girtina çavan di Zimanê leş da tê çi wateyekê?

Eger aliyê hember di dema axaftina bi te ra çavên xwe bigire, yanî hewl dide xwe ji axaftina bi te re bifilitîne.

2. Girtina devî bi destê xwe di Zimanê leş da nîşaneya çi ye?

Girtina devî bi destê xwe karek e ku alîkariya mirov dike gotina ku di dilê wî da ye, neyê ser zimanê wî.

3. Cûyîna destikê berçavkê di Zimanê leş da çi wateyekê dide?

Dema kesê hemberî te destikê berçavka xwe dicû, yanî hewcetiya wî bi piştevaniyê heye.

4. Malîna çeneyê di Zimanê leş da nîşaneya çi ye?

Ev tevger taybetî demên biryardanê ye. Bi giştî mirov di van rewşan da bêyî haya xwe çavên wî li xalekê zîq dibin û bi kûrî difikire.

5. Dest li ser sîng rawestan

Dest li ser sîng rawestan di Zimanê leş da bi aşkiratî nîşan dide ku mirov ji ber mijarekê nerihet e û naxwaze bi kesên din ra danûstan bike.

6. Di Zimanê leş da tewîna ber bi pêş nîşaneya çi ye?

Eger kesek kêfa wî ji aliyê hember bê û bixwaze pê ra têkilî dayne, bi giştî leşê xwe hinekî ber bi pêş ditewîne.

7. Wateya paldanê di Zimanê leş da çi ye?

Eger kesek pal bide kursiyê yan her cihekî din ku lê rûniştiye, yanî li cem aliyê hember hest bi rehetîyê nake.

8. Zivirîna li ser panî û tiliyên pê nîşaneya çi ye?

Tenê zarok vî karî dikin. Gelek caran kesên mezin jî eger ji ber tiştekî bihêrs bin, vî karî dikin.

9. Malîna destan bi hev nîşaneya çi ye?

Dema kesek destên xwe bi hev dimale, bi giştî wateya wê ev e ku ew hêvîdar e û hesteke wî ya erênî heye.

10. 'Destdana lepikî' nîşaneya çi ye

Dema ku kesek di destdanê da zendê destê te bi destê xwe yê din digire, yanî rêz li te digire û dibe ku baweriya xwe pê bînî.

 

Serepeyv