Hesta Bêwatebûnê çi ye û em çawa wê çareser bikin?
Jiyana Bêwate yan Hesta Pûçbûna jiyanê pirranî ji jiyanekê ra tê gotin ku kesek wê vala ji her cûre armanc, nirx an giringiyekê bizane.
Ev hesta bêwatebûnê dikare tevî hin qeyranên têkildarî hebûnê be, qeyranên ku mirov han didin derbarê gewher û pênaseya jiyanê bipirse.
5 rêçare ji bo rûbirûbûna digel hesta bêwatebûnê di jiyanê da
1 - Jiyana bi armanc
Destpêkirina rêya jiyana bi armanc li gorî nirx û baweriyên kesane dikare dijwarî û kelecana xwe hebe. Di vê heyamê da, rahênana gotûbêja erênî digel xwe û dûrbûn ji tiştên weke torên civakî ku fikra mirov mijûl dikin, dikare sûdmend be.
2 - Rahênana qedirgirtinê
Li gorî lêkolînan, qedirgirtin û şukirdarî ji bo tiştên heyî li jiyanê rêyek ji bo pêşwazîkirin li babetên baş li hawîrdorê ye. Ev yek alîkariya mirov dike da ku careke din hal û rewşa xwe bi awayekî erênî şirove bike, strês û zextên derûnî kêm bike û morala xwe baştir bike.
3 - Keşifkirina kiryarên ku wateyê didin jiyanê
Berçavgirtina tiştên ku jiyanê watedar dikin, dikare ji bo peydakirina ber û layên erênî alîkar be. Carinan, tiştên herî asayî xwediyê zêdetirîn mana û wateyê ne, weke dîtina dîmenên xweşik li xwezayê.
4 - Lêhûrbûn li ser têkiliyên erênî
Derbaskirina demê digel kesên xweşbîn rêyeke baş ji bo peydakirina wateyê di jiyanê da ye. Têkiliyên herî baş ew cûre têkilî ne ku kesên tê da bi piştevanî û xweşbîniyê, mirov teşwîq dikin.
5 - Wergirtina alîkariyê ji pisporan
Rêwîtiya di rêgeha peydakirina wateya jiyanê dikare dijwar be, lê ne pêwîst e mirov bi tenê wê rêyê derbas bike. Axaftina bi derûnnas û dermankerên derûnî dikare sekinîna li hember hesta pûçiyê û peydakirina wateyê di jiyanê da hêsantir bike.