Îlon 15, 2025 16:01 Asia/Tehran
  • Hegera 'Misophonia' yan bêzariya ji hinek dengan çi ye?

Bêzariya ji dengan an jî 'Misophonia' çi ye? Têkiliya navbera Misophonia û hişê çi ye?

Eva ku carinan mirov nexwaze hinek dengan her roj bibihîze, ne asayî nîne; lê eger dengê bêhnkişandina hevjînê/a te, te diazirîne yan heke dengê bawîşka zarokê te dibe sebeba bihêrsbûna te, yan heke tu naçî xwaringehê ta ku dengê xwarina xorakê yê kesên din bigihêje guhê te, bizane ku tûşî Misophonia'yê bûyî.

Ev yek ji ber du sedeman e; ya yekem eva ku mejiyê te van dengan tê nagihêje ku jê ra Sîndroma Misophonia'yê yan heman bêzariya ji dengan. Bi giştî sedî 15 ji xelkê cîhanê dema kub dengên weke cûtina xiyar, xurrexurra di xewê da, dengên klavyeyê yan heta bêhnkişandinê dibihîzin, bihêrs dibin. Sedema wê yekê jî eva ye ku mejî nikare bi duristî van dengan proses bike û em bêjin aloz dibe.

Hegera duyem jî vedigere nifşên berê yên mirov; dengên weke xişandina neynûkan li texteyê, di dirêjahiya frekansî ya du hezar heta çar hezar Hertzî da ne. Ev dirêjahiya frekansî tam dengek weke dengê hişyariyê li xwezayê ye. Yanî kalên me, nifşên berê yên mirov dema ku ev deng dibihîstin, nîşaneya wê bû ku tûşî xeter û metirsiyê dibin. Vêca mejiyê me bi bihîstina van dengan hest dike ku hîn jî di xetereyê da ye û ji ber vê yekê bertek nîşan dide.

Serepeyv