'Kendava Amerîkayê' derbasî 'Nexşeya Google'ê bû
Avrêyana ku beriya niha wek 'Kendava Mekzîkê' dihat naskirin, niha ji bo bikarênerên 'Nexşeya Google'ê (Google Maps) li Amerîkayê wek 'Kendava Amerîkayê' tê nîşandan.
Li gor rapora ISNAyê, Ev guherîn bi dû fermana Donald Trump Serokkomarê Amerîkayê ji bo guherandina navê vê deverê pêk hat. Googleê pêştir ragihandibû ku şêwazeke wê ya qedîmî ji bo sepandina guherîna nav ku li çavkaniyên fermî yên dewletî hatibe birojkirin, heye.
Vê kompaniyê roja Duşemiyê ragihand, bikarênerên ku Google Maps'ê li Amerîkayê bi kar tînin, 'Kendava Amerîkayê' (Gulf of America) û bikarênerên ku kli Mekzîkê ne, dê navê 'Kendava Mekzîkê' (Gulf of Mexico) bibînin.
Googleê meha borî ragihand ku bi destûra Trump, navê Çiyayê Denali'yê ku çiyayê herî bilind ê Amerîkayê ye jî dê bike 'Mek Kînlî' (McKinley). Barak Obama serokkomarê pêştir ê Amerîkayê di sala 2015an da, navê vî çiyayê ku li Alaskayê ye, bo 'Denali' guherand da ku amajeyek bi xelkê xwecihî li wê navçeyê bike.