Leza meşiyanê nîşandera kîjan taybetmendiya kesayetiyê ye?
Derûnnasan hin têkiliyên ecêb di navbera leza pêngavrakirina mirovan û kesayetiya wan keşif kirine.
Li gorî nûçeya IRNAyê ji zarê The Daily Galaxyê, Derûnnas û lêkoleran ji demeke dirêj beriya niha va li ser vê mijarê lêdikolan ku leza meşiyana mirovan nîşandera kîjan taybetmendiyên wan ên me'rifî û hestbarî ye.
Lêkolînekê ku sala 2018an li Belavoka Lijneya Pizîşkîya Extiyaran a Amerîkayê (Journal of the American Geriatrics Society) hat weşandin, nîşan da ku leza meşiyana her kesekî dikare hin rêçikan derbarê tenduristiya derûnî û cesteyî ya wî raber bike.
Meşiyana bilez bi giştî nîşana xwebawerî û enerjiya zêde ye; di halekî da ku meşiayana hêdî dibe ku nîşandana baldarbûn û şêwazeke nêrîna bi haydarî li jiyanê ye. Kesên ku hêdî dimeşin, muhtemel e ku giringiyê didine proseskirina hawîrdora xwe bêyî ti lezekê; ew diramin û kêfa xwe bi dema ku tê da dijîn, tînin.