'Hesta Tenêtiyê' çi tîne serê me?
Lêkolîn nîşan didin 'Hesta Tenêtiyê' bi rêya zêdekirina berhemhatina pênc proteînên taybet di bedenê da, dibe sebeba diyarbûna hin nexweşiyên cidî û mirina pêşwext.
Li gorî nûçeya IRNAyê, Hesta Tenêtiyê veguheriye pirsgirêkeke tenduristiya gelemperî ya cîhanê ku bandorê li jiyana mirovan di her temenekî da dike. Hesta Tenêtiyê bi giştî li nav kesên temendirêj berbelav e; lê belê li nav xortan jî zêde bûye. Bi awayekî ku sedî 61 ji xortên 18 heta 25 salî berdewam hesta tenêtî û goşegîriyê ragihandine.
Proteîn, Hesta Tenêtiyê û Tenduristî
Lêkolerên Zanîngeha Cambridge'ê ya Inglîzê nimûneya xwîna 42 hezar salmezinên ji 40 heta 69 salî ku Banka Zanyariyên Pizîşkî (Biobank) a Brîtanyayê berhev kiribûn, analîz kirin û tê gihîştin ku Hesta Tenêtiyê dibe sebeb ku berhemhatina pênc proteînên taybet li bedena mirov zêdetir bibe.
Ev proteîn bi awayekî rasterast têkildarî qewimîna nexweşiyên cidî weke nexweşiyên dil û demaran, kolêstrola bilind, berxwedan li hember Ensûlînê û heta mirina pêşwext in.
Lêkoler zêdekirina pêwendiyên civakî (weke danûstandin û hatûçûn digel endamên malbatê, hevdîtina digel cînaran û gotûbêja bi heval û hevkaran ra) bi mebesta serkeftina li ser Hesta Tenêtiyê û neketina bin bandora dûhatên wê tewsiye dikin.