Dermankirina fetusê di zikê dayikê de
Dixtorên îranî bo cara yekê li navçê karîn nexweşiyeke kêmdîtî ya fetusê di zikê dayikê de derman bikin.
Ev neştergerî li nexweşxaneya Îmam Xumeynî(re) a Tehranê ji bo dermankirina cureyek anormaliya damaran di mejiyê fetusê de hatiye kirin ku eger nehata dermankirin, dê biba sedema pirsgirêkên metirsîdar ji bo fetûs û zarokê nûbûyî.
Dixtor Sidîqe Borna- Pispora Nexweşiyên Jinan
Armanca vê niştergeriyê dermankirina damarên xwînê yên mêjiyê fetusê ye ji bo kêmkirina aloziyên wê yên muhtemel.
Fatime Dadaşî, dayika ku ev niştergerî li ser hat kirin, beriya ku biçe odeya niştergeriyê, got: Ez dixwazim li nexweşxaneya Îmam Xumeynî(re) emeliyat bibim û sipasiya hemû dixtor û mamostayên rêzdar ên li vir dikim ku ji bo rizgarkirina zarokê min her karek kirin.
Dixtor Elîriza Şemşîrsaz- Mamostê Zanîngeha Harvardê
Di vê rêbazê de pêlên ultrasound ji bo dermankirina pirsgirêkên damarê Calînûs têne bikaranîn ku heke neyê dermankirin, wê bibe sedema xwînrêjî, zexta mejî an jî têkçûna dil.
Ev neştergerî bo cara yekem li Amerîkayê û bi çavdêriya dixtorê navdar ê îranî û berpirsê beşa fetûsnasiyê ya nexweşxaneya Masaçosêt a Amerîkayê, Dr. Elîriza Şemşîrsaz cih hatibû ku piştî midehekî ev tecrube veguheste Nexweşxaneya Îmam Xumeynî(re) a li Îranê.