Cotmeh 14, 2024 17:19 Asia/Tehran
  • Yekem setlayta çînî bi qabiliyeta bikaranîna dubare li Erdê vegeriya

Setlayta Shijian-19'ê roja 27ê Îlonê li navenda avêtina setlaytan a Ciyokowanê û bi mûşeka "Long March 2D"yê hat avêtin.

Li gorî rapora ISNAyê, Rêxistina Fezayî ya Çînê ragihand ku vî welatî yekem setlayta xwe ya cerribandinî ya bi qabiliyeta jinûve bikaranînê bi navê Shijian-19'ê piştî du hefteyan gerrîna li xolgeha Erdê dîsan li ser erdê bi dest xistiye.

Vê rêxistinê teqez kir ku Shijian-19'ê armancên diyarkirî di warên cûrbicûr ên teknolojiyê weke qabiliyeta bikaranîna dubare, rêjeya bar û derbasbûna dubare bo nav atmosfera Erdê bi dest xistine.

Rêxistina Fezayî ya Çînê ragihand: Hemî barên hilgirtî yên vegerbar di warê şînkirina giya û mîkro-organîzman, kontrola xweser û piştrastkirina teknolojiyên nûjen, ceribandinên zanistên fezayî û refaha civakî û dahênanên çandî bi başî hatine bidestxistin.

Serepeyv