Cotmeh 10, 2024 17:30 Asia/Tehran
  • Resedxaneya herî kevn a cîhanê li ku ye?

Komeleke kevirîn a xelekî û bi sirr û raz li Misrê dibe ku Resedxaneya herî kevn a stêrknasiyê li cîhanê be.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Live Scienceê, "Nebte Playa" Xeleke kevirîn a kevnar li Besta Misrê ku mumkin e resedxaneya herî kevn a stêrknasiyê be ku heta niha hatiye keşifkirin.

Ev pêkhateya kevirîn a xelekî û gilover li besteke başûrê Misrê û 280 kîlomitriya başûrê rojavayê Aswana Misrê ye ku demekê cihê mayîna Nobiyên kevnar (qewmek li bakurê Sûdanê û başûrê Misrê) bûye.

Kevnatiya vê pêkhateyê digihîje 7500 salan berê.

Nebte Playa 2000 salî kevintir ji Stonehenge'a Brîtanyayê ye û dibe ku yekji resedxaneyên herî kevn ji bo stêrknasiyê be.

Roja îro kevirên sereke yên vê pêkhateyê li mûzexaneyeke Aswanê tên hilgirtin da ku nekevin ber ziyan û zirarê. Lê ev pêkhate destpêkê ji dehan kevirên tîk li ser erdê hatibû çêkirin ku bilindahiya her yekê çend mitr bû.

Serepeyv