Cotmeh 10, 2024 17:30 Asia/Tehran
  • Raporên têkildarî stûriya Qata Ozonê hêvîder in

Tîmeke lêkolînî diyar kir ku stûrîya Qata Ozonê ya atmosfera Erdê li ser Cemsera Bakûr a Seyroka Erdê gihîşte asteke guncan û dewama vê pêvajoyê nûçeyeke baş ji bo jîngehê û nîşana bandorkirina Protokola Montreal'ê ji bo daxistina asta belavkirina gazên ziyanbar e.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Phys'ê, Qata Ozonê ya Erdê li ser deverên cemserî yanî cihê ku asta Ozona Stratospheric heta radeyeke zêde vala bûye, ji hêmanên berbiçav li nav nûçeyên keşûhewayê di dehikên vê dawiyê da bûye.

Madeyên 'Chlorofluorocarbon' ji çavkaniyên çalakiyên mirovî (CFCs) ku ji amûrên navmalî weke hênikkerên sarincan, amûrên guherandina hewa û qutiyên spreyan azad dibin, hokara sereke di vê meseleyê da ne.

Sînordarkirina bikaranîna van madeyan roleke giring di pêvajoya hevgirtina Qata Ozonê hebûye û heye; ji ber ku ev made heta çend deh salan li atmosfera Erdê dimînin.

Li gorî lêkolînan, ji destpêka sala 2000î va asta madeyên ne-organîk ên têkbera Qata ozonê li ser Cemsera Bakûr daketiye; her çend ku ev pêvajoya daketinê hêdî ye.

Lêkolînên weşandî li Kovara "Nameyên Lêkolînên Geofîzîkê" (Geophysical Research Letters) mizgîniya pêşerojeke ronîtir didin.

Dr. "Paul Newman" zanyarê payebilind ên zanistên erdê li "Navenda Firrîna Fezayî ya Goddardê ya Nasayê" (NASA Goddard Space Flight Center) û hevkarên wî diyar kirin ku stûriya Qata Ozonê li ser Cemsera Bakûr di Adara 2024an da gihîştiye asteke zêdetir ji ya dehsaliya 1970î.

Newmanî got, Ozon rola krêma dijetavê ya xwezayî ji bo Erdê dilîze û zêdebûna stûriya wê nûçeyeke baş e.

Serepeyv