Nimûneya herî kevn a jiyana mîkrobî li kevirekî 2 miliyar salî hat keşifkirin
Lêkoleran mîkrobên zindî li kevirekî 2 miliyar salî keşif kirin ku wek nimûneya herî kevn a jiyana mîkrobî ya keşifbûyî heta roja îro tê zanîn.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Malpera Teknolojiyê ya Networksê, kombûnek ji mîkroban li qelaşeke kevirekî 2 miliyar salî hatiye keşifkirin. Ev kevir li Kompleksa Agirîn a Bushveldê li Afrîqaya Başûr hatiye kolandin û derxistin û nimûneya herî kevn a mîkrobên zindî ye ku heta niha li kevirên pirr kevn hatiye dîtin.
Koma lêkolînî sê cûre wênekişandina spektroskopiya jêrsor, mîkroskopa elektronî û mîkroskopa flûrsênt (Fluorescent) bi kar anîn da ku piştrast bibin ku ew mîkrob ji mêj va di nimûneya kevirê 2 miliyar salî da hebûne û di encama lewitînê da û di pêvajoya nimûnegirtinê û lêkolînê da pêk nehatine.
Lêkolîna li ser van mîkroban alîkariyê dide da ku em werara seretayî ya jiyanê û her wiha lêgerîna li jiyana derveyî Seyroka Erdê li nimûneyên keviran ên ku li Seyroka Marsê (Mirîx) hatine vegerandin, baştir fêm bikin.
Ev kombûnên mîkroban li nav zinarên ku di kûrahiya erdê da ne dijîn û karîn di heyama bi miliyonan salan da zindî bimînin.
Kompleksa Agirîn a Bushveldê (Bushveld Igneous Complex) ku nimûneya kevir li wir hatiye keşifkirin, li bakurê rojhilatê Afrîqaya Başûr e. Ev navçe demekê pêk hat ku Magma (madeya heliyayî û sincirî yên hundirê erdê ku gelekî kel e û di bin zexta giran û di bin posteyê erdê da ye) hêdî hêdî di sar bûye. Ev navçe ji hêla çavkaniyên kansengê va dewlemend e ş rûbera wê derdora 66 hezar kîlomitrênçarkunc (hema bêje nêzikî rûbera Îrlendê) e.
Nêzikî sedî 70 ji Platîna cîhanê ji vê navçeyê tê derxistin.