Nîşanpirsa ku Teleskopa James Webbê li fezayê keşif kir
Sala derbasbûyî Teleskopa Fezayî ya James Webbê bi awayekî çaverênekirî teşeyeke weke Nîşanpirsê (?) li fezayê keşif kir. Ev taybetiya ecêb li jêra dîmenek ji cotstêrka di halê pêkhatinê li Komstêra Baperrikê (vela) di navbira hema bêje 1470 salên ronahiyê ji Seyroka Erdê hat tomarkirin.
Li gorî nûçeya ISNAyê ji zarê Spaceê, ev dîmen li nav medyayên civakî hat weşandin û gelek behs û guman li ser pênaseya wê, ji nîşaneyên bûnewerên biyanî bigire heta nivîşkaniyek di Matrîsê da li ser wê hatin raberkirin. Lê niha Teleskopa James Webbê bi baştirîn awayî ev nîşanpirs meyîzandiye û niha hin şop li ser vê pirsa gerdûnî hatine aşkirakirin.
Stêrknasan beriya niha ji ber rengê sor ên vê girseya asimanî dizanin ku ew tam dûr e û di ser da wisa guman dikirin ku teşeya wê ya wek nîşanpirsê ji aliyê coteke kadizên gelekî dûr ku li kûrahîya fezayê ber bi hev va aliyane, pêk hatiye.
Dîmena herî dawî ji vê teşeya fezayê vê teoriyê piştrast dike û hûrgiliyên du kadizên ku li hev aliyane nîşan dide. Kadizeke sor û tozikî , çivaneyeke weke nîşanpirsê diyar dike û kadizeke fitilî ya sipî kevana wê li aliyê rastê nîşan dide. Xala li binê nîşanpirsê kadizeke netêkildar e ku ji hêla dîtina Teleskopa James Webbê va li cihekî guncav cih girtiye û teşeya nîşanpirsê kemilandiye.
Li gorî daneyên Teleskopa James Webbê, ev du kadiz 7 miliyar salên ronahiyê dûrî Seyroka Erdê ne.