Pêkhatina jiyanê li ser Erdê; 1.5 miliyar salî zûtir ji ya ku pêştir dihat fikirîn
Komeke zanyaran dibêjin, wan hin şehediyên nû bi dest xistine ku nîşan dide jiyana pirralî ya li ser Seyroka Erdê dibe ku 1.5 miliyar salî zûtir ji serdema ku pêştir dihat fikirîn, dest pê bûbe.
Li gorî rapora Koma Zanist û Fêrkariyê ya IRNA'yê ji zarê BBC'yê, ev koma lêkoleran ku li welatê afrîqî yê Gabonê dixebitin bawer in hin şehedî û nîşane li kûrahiya kevir û zinaran keşif kirine ku şert û mercên jiyana heywanan di 2.1 miliyar sal berê da nîşan didin. Ew dibêjin, ev bûnewer di deryayeke hundirîn da sînordar bûn, loma di asta cîhanê da berfireh nebûne û di dawî da ji nav çûne.
Nêrîna van zanyaran digel tiştê ku yên din li ser difikirin gellekî cihêwaz e û hemî zanyar wê yekê napejirînin; pirraniya karzanan li ser vê bawerê ne ku jiyan û bûna heywanan derdora 635 miliyon salan beriya niha dest pê bûye.
Ji 10 salan beriya niha va heta niha, komeke navneteweyî ji zanyaran bi sergêriya Prof. Ernest Chi Fru ji Zanîngeha Cardiff'ê ya Wêlzê digel zanyarên din li ser vê mijarê ku nijyar û formasyonên erdnasiyê yên keşifbûyî li bajarê Fransvîlê yê Gabonê bi rastî fosîl in an na, nêrînên cihêwaz hebûn; vêca niha ev mijar jî li behsa navbera wan zêde bûye.
Van zanyaran zinarên derdora van formasyonên erdnasiyê vekolandin da ku bizanin ka ew ê hin şehediyan li ser hebûna madeyên pêwîst ji bo jiyanê weke Oksîjen û Fosforê peyda dikin an na.
Profesor Chi Fru gotiye ku eger teoriya wî li ser vê mijarê durist be, ev şeklên jiyanê weke Kufikên Lîçikî ne; Kufika Lîçikî (Slime mold) canliberekî take-şaneyî ya bêmejî ye ku bi rêya haggê (spore) zêde dibe.