Zanyarên NASA'yê: Hişê Çêkirî bûnewerên derveyî Erdê ji hebûna me haydar dike
Du zanyarên NASA û Enstîtûya SETI'yê di nivîsareke nû da sûd û xetereyên şandina Hişê Çêkirî bo fezayê vekolandine ku dikare hin zanyariyan li ser hebûna mirov li Seyroka Erdê raberî bûnewerên derveyî Erdê (extraterrestrial entities) bike.
Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê Cointelegraph'ê, Hişê Çêkirî va ye cîhanê dadiqurtîne. Ti cihêwaziyek tuneye ku bandora Hişê Çêkirî bibe sebeba derketina maşînên gellekî jîr, bidwîhatina mirovahiyê yan hwd, ji ber ku bandora wê li ser pêşekariyên seranserî cîhanê dikare were dîtin û hîskirin.
Serdestiya Hişê Çêkirî heta derveyî seyroka me ya biçûk û kesk berfireh dibe. Setlayt bi Hişê Çêkirî têne teyarkirin, pergala komputerî ya Watson'ê ya Kompaniya IBM'ê serdana Rawestgeha Fezayî ya Navneteweyî kiirye û NASA vê demê ji bo bicihkirina teknolojiyên Hişê Çêkirî di fezagerrên pêşerojê da hewl dide.
Eger zanyarên ku di rêza herî pêşîn a lêgerîna jiyanê li derveyî Erdê ne rêya xwe peyda bikin, em ê bi zûtî chatbot'ên weke ChatGPT'a Kompaniya OpenAI'yê ji bo şirovekirina li ser mirovahî û jiyana ser Erdê ji bo bûnewerên derveyî wê bişînin Fezayê.
Lêgerrîna li Bûnewerên derveyî Erdê
Franck Marchis Rêveberê Zanistên Şaromendiyê li Enstîtûya SETI'yê û Ignacio Lopez-Francos Mihendisê payebilind ê lêkolînê yê NASA'yê vê dawiyê nivîsarek belav kirine û tê da xetere û sûdên îhtimalî yên şandina pergaleke Hişê Çêkirî bo Fezayê ji bo danîna têkiliyê digel Jiyana Jîr (intelligent life) şirove kirine.
Îdeya mezin çêkirina komputereke Android an hesas nîne ku bikare ji aliyê mirov va biaxive; belkî zêdetirî dişibe danîna sîstimeke danûstandin û hevpeyîvînê li ser Dîskekê.
Sala 1977an, dema ku Amerîkayê Fezagerra Voyager 1 şande fezayê, zanyaran Dîskeke mîsî ya 12 Înç bi rûkêşa zêr tê da bi cih kirin. Ew dîsk pêkhatî ji datayên weke wêne, mûzîk û hin deng û nivîsan bû ku Seyroka Erdê û cihêrengiya jiyanê li ser wê şirove dikirin. Sala 1998an, Fezagerra Voyager 1 ji Fezagerra Pioneer 10 jî wêdatir çû da ku bibe alavê herî dûr ji Erdê yê çêkirî bi derstê mirov ku ji ser Erdê hatiye avêtin. navbira vê fezagerrê û Erdê di sala 2023an da gihîşte 15 miliyar maylî.
Têkiliyên Nû
Marchis û Francos bawer in, niha ku tekniolojiya me gihîştiye asteke bilindtir e dema wê hatiye ku em peyamên xwe birojtir bikin. Ew bawer in li dewsa şandina hin zanyarî û datayên mirovan di forma wêne, stran û nivîsan, modeleke zimanî ya mezin dikare vê derfetê bide bûnewerên derveyî erdê da ku pirsên xwe bipirsin û asta zanista tomarkirî ji aliyê mirovan li ser Erdê binirxînin.
Li gorî gotina zanyaran, ev kar dikare vê şiyanê bide şaristaniyên derveyî Erdê da ku bi awayekî nerasterast digel me biaxivin û me nas bikin; bêyî ku navbirên berfireh ên fezayî û derengiyên têkildarî heyama temenê mirov di têkilîdanînê da bibe astengek ser vê rêyê.
Wan di dewamê da ev yek dan zanîn ku hin mtirsî di vî warî da hene; wek mînak, bûnewerên biyanî yên dijber dibe ku vê zanistê li dijî me bi kar bînin. Her wiha, em divê tê bigihêjin ku çawa pergaleke Hişê Çêkirî ji bo bikaranîna ji aliyê bûnewerên derveyî Erdê bişînin ku bêyî Înternetê jî bikare bixebite.