Lêkolîn; Giya dikarin çavkaniya din a enerjiya vegerbar bin
Karzan tê gihîştine ku rîtma elektrîkî ya giyayan dikare çavkaniyeke baş ji bo berhemanîna enerjiya vegerbar be.
Li gorî rapora ISNA'yê, Li gorî lêkolîneke nû, Sinbola Şîn (Blue hyacinth) û Bambûyên Şansê (Lucky Bamboo) rîtmeke elektrîkî pêk tînin ku dikare wek çavkaniyeke enerjiya jîngeh-dost were bikaranîn.
Wisa xuya ye ku giya dema ku avê ji rehên xwe ber bi jor va dikişînin da ku qurm û pelên xwe pê têrav bikin, şiyana xwe ya belavkirina potensiyeke elektrîkî hene. Zanyaran şiyana vî barê elektrîkî yê zêdebarî ji bo kontrola çavkaniyeke potensiyel a enerjiya vegerbar vekolandine. Hereketa yonan (ion) û avê bi rêya gewdeya giyayî, rê ji bo sûdwergirtina ji wan ji bo îcadkirina çavkaniyeke nû ya enerjiyê xweş kiriye.
Ev kar pêvajoya rîtmên şevûrojî diyr dike ku rê dide giyayan da ku digel şert û mercên guhêrbar ên hawîrdorê sazgar bibin û şiyana wan a ji bo hevahengiya xwe digel guherînên ku tên pêşbînîkirin, wek mînak guherîna roj û şevê, dabîn dike. Lêkoleran du giyayên navbirî ku rîtmên elektrîkî berhem dihanîn analîz kirin û ragihandine ku ew dikarin wek çavkaniyeke enerjiya vegerbar a jîngeh-dost were bikaranîn.