Zanyar: Pişkên pêkênera jiyana ser Erdê li fezayê hêsantir çêdibin
Lêkolînên nû bi rêya şibîsaziyê li labratuwarê ev yek nîşan daye ku lêketina kevirên fezayî li Seyroka Erdê di serdemên herî pêşîn ên wê da bûye sebeba veguhestina hin girseyên Peptide'ê û bihêzkirina qonaxên ku rola wan di avabûna jêdera jiyanê li ser Erdê.
Li gorî nûçeya IRNA'yê, Jêder û serçaviya jiyanê li ser Seyroka Erdê hîn jî nediyar û sirrbar e, lê zanyar hêdî hêdî qonax û made û pişkên pêwîst ji bo pêkhatina jiyanê keşif dikin. Baweriya wan eva ye ku jiyan di pêkvebûneke herî seretayî ya madeyên kîmyewî yên organîk û biyomolekûlan di serdema berayî ya çêbûna Erdê da xuya bûye û di dawî da veguheriye organîzmên rasteqînî.
Ji mêj va ev guman hebûye ku hin pişkên pêkênera jiyanê dibe ku ji fezayê hatibin ser Erdê. Niha lêkolîneke nûweşandî li Kovara "Pêşketinên Zanistê" nîşan daye ku komeke taybet a molekûlan a bi navê "Peptide" di şert û mer5cên fezayê anegorî şert û mercêîn li ser Erdê rehettir çêdibin.
Wateya vêya ev e ku, ev pişk û hêman dibe ku bi kevirên fezayî yan dûvstêrkan bo Erdê hatibin veguhestin ş ji ber vêya dibe ku jiyan li cihên din jî çêbibe.
Erk û funksyonên jiyanê di hucreyên me da (hucreyên hemî bûneweriyên zindî) bi molekûlên mezin ên bi pêkhateya dijwar û kerbon-bingeh (organîk) bi navê Proteînê berdewam dibin. Çawaniya çêbûna cûreyên ciyawaz ên proteînan ji bo zindîmayînê li DNAya me hatiye kodedarkirin ku ew bixwe jî molekûleke mezin a organîk bi pêkhateya lihevaliyayî ye.
Ev molekûkên mezin jin hejmareke molekûlên biçûk û sade yên weke esîdên amîne - pişkên avakera jiyanê - tên çêkirin. Ji bo şirovekirina jêdera jiyanê divê em bizanin ku ev pişkên pêkêner li ku û çawa çêdibin û di çi şert û mercan da bi awayê jixweber li hev kom dibin û vediguherin pêkhateyên hîn tevlihev û lihevaliyayîtir û di dawî da divê em şert û mercên veguherîna wan bo organîzmeke zindî tê bigihêjin.
Her wiha ev lêkolîna nû diyar dike ku hinek ji van pişkên pêkênera jiyanê çawa mumkin e ku hatibin çêkirin û li hev civiyabin û di dawî da gihîştibin ser Seyroka Erdê.
Ev lêkolîn bi rêya şibîkirina danûstandinên ku mumkin e di atmosfera navbera stêrkan da qewimîbin li labratuwarê, nîşan dide ku her çend ku pêkhatina peptide'an kêm bûye, lê pêşî li wê nehatiye girtin; berovajî, di rewşekê da ku kevir û pirtikên tozê bi hev ra bûne yek da ku girseyên mezintir ên weke kevirên fezayî anku meteorîstan çêbikin, ev girse germtir dibin û derfet ji bo pêkhatina şilemeniyan tê dabînkirin û hema ev yek dibe sebeba xurtbûna pêkhatina peptide'ê li van şilemeiyan û di encama rekasyon û danûstandinên zehf da, bi rêyeke xwezayî molekûlên organîk ên bi pêkhateya tevlihevtir çêdibin.
Gellek pişkên pêkênera jiyanê yên weke esîd amîne, lîpîd û şekir dikarin di fezayê da çêbibin. Ji ber ku pêkhatina peptide'an li fezayê kêrhatîtir ji ser Erdê ye, lêketina meteorîtan li Erdê di serdemên herî seretayî da dibe ku hin girseyên peptide'ê veguhestibin û bi vî awayî bûbin sebeb ku qonaxên diyarbûna jêdera jiyanê li ser Erdê bihêztir bibin.