Berhemanîna Amûra Bêhişkirinê hevrê digel Ventîlatorê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i347072-berhemanîna_amûra_bêhişkirinê_hevrê_digel_ventîlatorê_li_Îranê
Çalakên şîrketeke îranî ya zanistbingeh bi çêkirina amûra bêhişkirinê hevrê digel Ventîlatorê hewcetiya pêşeya tenduristiyê bo amûreke herî girîng a jûriyên emeliyatê û pêvajoya bêhişkirinê dabîn kirin.
(last modified 2024-03-13T12:14:57+00:00 )
Adar 13, 2024 15:44 Asia/Tehran
  • Berhemanîna Amûra Bêhişkirinê hevrê digel Ventîlatorê li Îranê

Çalakên şîrketeke îranî ya zanistbingeh bi çêkirina amûra bêhişkirinê hevrê digel Ventîlatorê hewcetiya pêşeya tenduristiyê bo amûreke herî girîng a jûriyên emeliyatê û pêvajoya bêhişkirinê dabîn kirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Muhemedreza Kempanî Rêveberê Giştî yê Şîrketa Zanistbingeh a Alavên Çavdêriya Pizîşkî ya Eleketronîk a Serekî ya Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi vêya ku berhema vê şîrketê amûra bêhişkirinê hevrê digel ventîlatorê (amûra bêhndanê) ye û dema emeliyatên neştergeriyê li jûriyên emeliyatê tê bikaranîn, got:

Bi bikaranîna vê amûrê piştî bêhişkirina nexweş, hemî pêvajoyên bêhnkişandin û bêhnberdana nexweş li emeliyata neştergeriyê heta dawiya wê bi awayê hişmend û bi rêya amûrê va pêk tê.