Keçika îranî ya biferaset bû Kodnivîsa herî baş a cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i346916-keçika_îranî_ya_biferaset_bû_kodnivîsa_herî_baş_a_cîhanê
Keçika îranî ya biferaset bû Kodnivîsa herî baş di asta cîhanê da.
(last modified 2024-03-04T13:39:56+00:00 )
Adar 04, 2024 17:09 Asia/Tehran
  • Keçika îranî ya biferaset bû Kodnivîsa herî baş a cîhanê

Keçika îranî ya biferaset bû Kodnivîsa herî baş di asta cîhanê da.

Li gorî nûçeya ISNA'yê, Gulsa Şemsîpûr keçika îranî ya biferaset di Pêşbirkên Scratch Junior (ScratchJr) an jî Zimanê Programîngê yê Seretayî yê Zarokên Temenbiçûk da wek Kodnivîsa herî baş a cîhanê hat bijartin.

Kodnivîsîn bêjeyeke giştî ji bo destûrkara bernameyên komputerê ye ku di du wateyên ciyawaz da tê bikaranîn.

Di wateya yekem da bi wateya Koda Çavkaniya Bernameyê, yanî destûrkarên ku ji aliyê Bernamenivîs anku Programer va bi zimanekî Bernamenivîsînê tên nivîsandin û mirov jî dikare bixwîne; lê di wateya duyem da yanî koda bi qabiliyeta cihanînê ji aliyê makîmneyê va. Yanî destûrkarên bernameyê ku ji formeta Koda Çavkanî veguherîne formetekê ku komputer dikare wan tê bigihêje.