UNESCO'yê jina îranî bi bîr anî
Sibat 14, 2024 18:37 Asia/Tehran
UNESCO'yê bi boneya Roja Cîhanî ya Jin di Zanistê da Azer Endamî jina îranî ya zanyar bi bîr anî.
Li gorî rapora Fars News'ê, UNESCO'yê sala 2015an, 11ê Sibatê wek Roja Cîhanî ya Jin di Zanistê da bi nav kir.
UNESCO'yê bi vê boneyê nivîsî: Azer Endamî pizîşk û bakterînasê îranî ji bo kontrolkirina belavbûna webayê di deheya 1960î da ku Rojavayê Asya û Hind dabû ber xwe, vaksînek çê kir.