Lahora Pakistanê bajarê herî qirêj li cîhanê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i344640-lahora_pakistanê_bajarê_herî_qirêj_li_cîhanê_ye
Asta zêde ya qirêjiya hewa, bajarê Lahorê yê Pakistanê veguherandiye bajarê herî qirêj li cîhanê.
(last modified 2023-11-08T11:02:31+00:00 )
Tesrîn 08, 2023 14:31 Asia/Tehran
  • Lahora Pakistanê bajarê herî qirêj li cîhanê ye

Asta zêde ya qirêjiya hewa, bajarê Lahorê yê Pakistanê veguherandiye bajarê herî qirêj li cîhanê.

Li gorî rapora IRIB News'ê ji zarê Rojnameya pakistanî ya Ceng a roja Çarşemiyê, Hikûmeta xwecihî ya Pencabê ji ber giraniya rewşa qirêjiya hewa, rewşa awarte ya jîngehî û tenduristiyê bo heyama 4 rojan li hin navçeyên taybet ji wan li Lahorê sepandiye.

Her wiha qanûna qedexetiya hatûçûnê li bajarên Goceranola, Hefîz Abad, Naroval, Qesûr, Şêxpora, Nankana Sahib û Siyalkotê yên Pakistanê dê bi cih bên.