Xerca rojeke Parastina Erdogan bi qasî miaşa mehane ya 313 kesan e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i344631-xerca_rojeke_parastina_erdogan_bi_qasî_miaşa_mehane_ya_313_kesan_e
Li gorî raporan, xerc û lêçûnên parastina Serokkomarê Tirkiyê di sala dawî da du beranber zêde bûne.
(last modified 2023-11-07T12:33:29+00:00 )
Tesrîn 07, 2023 16:02 Asia/Tehran
  • Xerca rojeke Parastina Erdogan bi qasî miaşa mehane ya 313 kesan e

Li gorî raporan, xerc û lêçûnên parastina Serokkomarê Tirkiyê di sala dawî da du beranber zêde bûne.

Ajansa Tasnim News'ê ji zarê Rojnmeya Cumhuriyetê nivîsî, Di rewşekê da ku Tirkiye tûşî qeyrana aborî bûye û bihayê her dolarekî bûye 29 lîreyên Tirkiyê û asta enflasyonê bi awayekî kêmdîtî zêde bûye, xerc û lêçûnên Qesra Serokkomartiyê û tîma parastina Receb Teyyîb Erdogan gellekî zêde bûne.

Li gorî vê raporê, xerca rojeke parastina Serokkomarê Tirkiyê bi qasî miaşa mehane ya 313 kesan e.

Di rapora taybet a Rojnameya Cumhuriyetê da, li dewsa bêjeya nasyar a "Tîma Parêzvanan", amaje bi "Lêçûnên Artêşa Parêzvana Receb Teyyîb Erdogan" hatiye kirin.