Jenên nû yên hêvîder ji bo dermankirina şêrpenceyê hatin keşfkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i343466-jenên_nû_yên_hêvîder_ji_bo_dermankirina_şêrpenceyê_hatin_keşfkirin
Jehrên xwezayî û jenên nû mizgîniya dermankirina wan şêrpenceyan didin ku bi Kîmya-terapiyê baş nabin.
(last modified 2023-09-07T10:00:54+00:00 )
Îlon 07, 2023 13:27 Asia/Tehran
  • Jenên nû yên hêvîder ji bo dermankirina şêrpenceyê hatin keşfkirin

Jehrên xwezayî û jenên nû mizgîniya dermankirina wan şêrpenceyan didin ku bi Kîmya-terapiyê baş nabin.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Zanyarên Zanîngeha Queen Mary ya Londonê du jenên nû keşf kirine ku dibin sebeba berxwedana tûşbûyîyên bi şêrpenceya ser û gerdenê li hemberî Kîmya-terapiyê û neçalakkirina her yek ji van jenan dikare hucreyên şêrpenceyê ku pêştir bi Kîmya-terapiyê baş nabin, han bide ku bersiva vê dermankirinê bidin.

Ev du jen bi awayekî çalak di pirraniya cûreyên şêrpenceyên mirov da çalak in; ji ber vê yekê ev encam dikare bi awayekî potensiyeldar bo şêrpenceyên din jî were berfirehkirin û bikaranîn.