Çile 08, 2023 17:06 Asia/Tehran
  • Daristanên 'Duhezar'ê li Tonêkabonê; Dîmenek ji sipehîtiya xwezaya Mazenderanê

Daristanên bi navê 'Duhezar' û 'Sêhezar'ê li Tonêkabonê ji cihên herî balkêş û sipehî li bakurê Îranê ne.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Daristanên Duhezar û Sêhezar'ê li bilindahiyê parêzgeha Mazenderanê û ji aliyê başûr va li sînorê parêzgeha Qezwînê û devera Elemûtê ne.

Daristanên Duhezar û Sêhezarê ji cûreyên Daristanên Hîrkanî (Hyrcanian forests) ne û bi kanî û sûlavên zehf bala xwezagerr û geştyaran dikişînin.

Pevgirêdayîbûna Daristanên Hîrkanî li bakurê Îranê bûye sebeb gelek deverên sipehî vê herêmê hebin; sipehîtiya ku li daristanên Duhezar û Sêhezarê li derdora Tonêkabonê digihêje lûtkeya xwe.

Hêjayî gotinê ye, Mazenderan hevrê digel Gîlan û Gulistan yek ji sê parêzgehên bakurê Îranê yên li perava Deryaya Xezerê ye. Ev parêzgeh ji hêla rojhilat va digihêje parêzgeha Gulistanê û ji hêla rojava jî li sînorên parêzgeha Gîlanê bi dawî dibe.

Li aliyê başûr jî ev parêzgeh hevsînor digel parêzgehên Simnan, Tehran, Elborz û Qezwînê ye.

 

 

Serepeyv