Têkçûna hiş di navseretiyê da; xetera ku gefê li cîgarekêşan dixwe
Lêkolerên Zanîngeha Eyaletî ya Ohio'yê (Ohio State University) li Amerîkayê dibêjin, kişandina cîgareyê ne tenê zirarê digihîne pişik û dil, belkî îhtimala têkçûna hiş û hafizeyê û şepirzetiyê di heyama navseretiyê da zêdetir dike.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Lêkolerên Zanîngeha Eyaletî ya Ohio'yê li Amerîkayê dibêjin ku îhtimala têkçûna hiş di kesên ku dev ji cîgareyê berdidin kêmtir e; heta eger ew derengtir vî karî bikin.
Li gorî nêrîna lêkoleran, ji bo ku mejiyê mirov di heyama navseretiyê da baş bixebite, divê kişandina cîgareyê were terikandin.
Lêkoleran bi rêya bikaranîna rapirsîna Pergala Çavdêriya li ser hokarên xetera reftarî ya sala 2019an, pîvanên lawazî û têkçûna têgihîştina mejî ji bo cîgarekêşên niha, kesên ku vê dawiyê terka cîgareyê kirine û kesên ku bi salan e dev jê berdane vekolandin. Wan di vê lêkolînê da zêdetirî 136000 kesên 45 salî û mezintir vekolandin û nîşaneyên têkçûna hiş û naskirinê di derdora sedî 11ê van kesan da diyar bûn.
Jeffrey Wing sernivîskarê vê lêkolînê got: "Têkiliya di koma temenî ya ji 45 heta 59 salî da gelekî girîng bû û ev yek nîşan dide ku devberdana ji cîgareyê di vê qonaxa jiyanê da dibe ku ji bo saxlemiya têgihîştinê sûdmend be."
Rêjeya têkçûna têgihîştin û bîranînê li nav kesên cîgarekêş ên beşdarî lêkolînê bûbûn, teqrîben 1,9 qatî kesên cîgarenekêş bû. Ev rêje di kesên ku kêmtir ji 10 sal beriya niha dev ji cîgareyê berdane, 1.5 qatî kesên cîgarenekêş bû.
Lêkoler tê gihîştin ku rêjeya têkçûna hiş û têgihîştinê di kesên ku zêdetir ji deh sal berê dev ji cîgareyê berdane tenê piçekî zêdetir ji koma cîgarenekêş bû.