Kanûn 26, 2022 13:30 Asia/Tehran
  •  Platforma çêkirina împlentên tîtaniyûmî yên dewsgira hestî li Îranê hat pêşxistin

Lêkolerên Zanîngeha Pîşeyî ya Şerîfê ya Tehranê bo cara yekem li Îranê karîn platforma dîzaynkirin û çêkirina împlentên siparişî yên tîtaniyûmê ku li dewsa hestî tên bikaranîn, pêş bixin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Li gorî hewcetiya zehf a nexweşên seranserî welêt û navçeyê, plana pêşxsitina platforma dîzaynkirin û çêkirina împlentên siparişî yên tîtaniyûmê yên dewsgira hestî bo cara yekem li welêt û ji aliyê lêkolerên Zanîngeha Pîşeyî ya Şerîf'ê pêk hat.

Di vê platformê da, baştirkirin û standardkirina hemî qonaxên pêvajoya dîzaynkirin û çêkirina împlentên siparişî yên tîtaniyûmê yên dewsgira hestî hatiye berçavgirtin da ku ev berhem wek xizmeteke piştrast ji hêla ewlehî û xebatê bikeve ber destê nexweşan.

Ferzam Ferehmedn endamê Desteya Zanistî ya Zankoya Mihendisiya Mekanîkê li Zanîngeha Şerîfê û cihênerê vê planê got: Çaverêtî heye bi sermayeguzariya guncan û zêdekirina asta berhemanînê, ev platform bi tamî bikeve warê bazirganiyê û bikare hewcetiyên nexweşên seranserî welêt bi cûreyên împlentên siparişî dabîn bike.

 

Serepeyv