Leza pîrbûna mejiyê nûciwanan piştî qerentîneyên Koronayê zêdetir bûye
Lêkolîna zanyaran a nû nîşan dide ku stresa jiyanê di serdema qerentîneyên Koronayê da, pêvajoya pîrbûnê li mejiya nûciwanan bileztir kiriye.
Li gorî nûçeya Malpera Science Alert'ê, Bandora vê stresê weke stresekê ye ku berê di encama ketine ber tundûtûjî, bêbalî û pirsgirêkan li nav malbatan hatibû dîtin.
Lêkolîna nû ji aliyê lêkolerên Zanîngeha Stanford û Zanîngeha Kalîfornyayê li Amerîkayê nîşan dide ku pandemiya KOVÎD-19ê bûye sebeb ku qalika mejî (cerebral cortex) naziktir bibe û mezinahiya hippocampus û beşên amygdala anku behîvoka mejî zêdetir bibe.
Derûnnas Ian Gotlib dibêje: Em pêştir pê hesiyabûn ku pandemiyê bandoreke nerênî li ser tenduristiya derûnî ya nûciwanan kiriye; lê me nedizanî ku çi bandorek li mejiyê wan kiriye.
Beriya pandemiyê, di navbera Mijdara 2016an heta Mijdara 2019an, li Kalîfornyayê ji mejiyê 81 nûciwanan testa MRI'yê (wênekişandina Tîrêjên Megnetîk) pêk hatibû. Di dema pandemiyê da û piştî kêmkirina sînordariyên Koronayê jî navbera Cotmeha 2020î heta Adara 2022an testa MRI'yê li ser mejiyê 82 nûciwanan pêk hat.
Tiştê ku di wêneyên mejî da hat dîtin ev bû ku pêvajoya pîrbûnamejiyê wan piştî pandemiyê hatibû lezandin. Serdemên qerentîneyê yên kêmtir ji salekê, mejiyê nûciwanan bi qasî sê salan pîrtir kiribû.