Dermanekî nû ji bo nexweşiya bîrbûnê hatiye berhemanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i337911-dermanekî_nû_ji_bo_nexweşiya_bîrbûnê_hatiye_berhemanîn
Dermanekî nû ji bo nexweşiya bîrbûnê hatîye berhemanîn ku dikare leza kêmbûna şîyana naskirinê ya tûşbûyîyên bîrbûnê (Alzheimer) kêm bike. 
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 30, 2022 14:36 Asia/Tehran
  • Dermanekî nû ji bo nexweşiya bîrbûnê hatiye berhemanîn

Dermanekî nû ji bo nexweşiya bîrbûnê hatîye berhemanîn ku dikare leza kêmbûna şîyana naskirinê ya tûşbûyîyên bîrbûnê (Alzheimer) kêm bike. 

Ceribandina vî dermanî nîşan dide ku piştî bikaranîna vî dermanî di 18 mehan da, leza kêmbûna şîyana mejîyê tûşbûyîyên bîrbûnê sedî 27 daket û kêm bû.

Lêkoler ser vê bawerê ne ku dermanê nû, yê dermanekî kêrhatî ji bo nexweşên bîrbûnê be ji ber ku ew dermana dikare di qonaxên destpêka bîrbûnê da, pêşîya kêmbûna şîyana naskirinê ya nexweşan bigire. Herî kêm 30 milyon kes li cîhanê tûşî bîrbûnê bûne. Bi dehan sal bû ku hewla lêkoleran ji bo dermankirina vê nexweşîyê bê encam mabû.

Dr. Bart De Strooper ji Lêkolîngeha Dêmansê li Zanîngeha Londonê di vî warî da got: Eva dermanê yekê ye ku dikare nexweşîya bîrbûnê bi rastî derman bike.