Cotmeh 14, 2022 13:14 Asia/Tehran
  • Dûrbîna dîjîtal a herî mezin li cîhanê tê çêkirin

Zanyar hêvîdar in ku çêkirina dûrbîna dîjîtal a cîhanî ya herî mezin têgihîştineke nû ji sirrên herî mezin li cîhanê pêkan bike.

Labratuarek li Amerîkayê dûrbîna dîjîtan a herî mezin li cîhanê çêdike. Ev dûrbîn ji lenzeke bi panatiya pênc fûtan (1.65 metre) û lenzeke 3200 Mega Pîksel sûd werdigire.

Dûrbîna 'Legacy Survey of Space and Time (LSST)' ji aliyê lêkolerên Labratuara Lezder a Neteweyî (SLAC) li Zanîngeha Stanford'ê û bi armanca vedîtina asimên di şevê da bi hûrgiliyên ku pêştir nehatine dîtin, tê çêkirin.

Piştî bidawîhatina qonaxên çêkirinê, dûrbîn dê bo Resedxaneya 'Vera C. Rubin' li Şîliyê were veguhestin û li ser teleskopa Sîmoniyê were bicihkirin. Stêrknas dê bikarin bi qada dîtbariya vê dûrbînê ya bi qasî 9.6 pileyên çarkunc (hema bêje bi qasî çil beranberî mezinahiya Heyvê di dema dîtina ji Erdê da), guherînên ronahiya 37 miliyar stêrkên ku qada wê ya dîtbariyê da tomar bikin. Tiştê ku pêştir dîtina wan ne pêkan bû.

Hêviya zanyaran ev e ku ev kar têgihîştineke nû ji hin sirr û nihêniyên mezin ên cîhana bûnayetiyê, weke pênaseya Materyala Tarî raber bike.

Malpera vê projeyê ragihandiye: Dûrbîna LSST'yê dûrbîna dîjîtal a herî mezin e ku heta niha hatiye çêkirin. Ev dûrbîn hema bêje bi qasî erebeyeke biçûk e û giraniya wê derdora 6200 pûndî (2800 kg) ye. Ev dûrbîn dikare daneyên bi kualîteya herî bilind berhem bîne.

 

Serepeyv