Elmas li ser Ûranûsê: Çawa dibe ku gewherên bi miliyon qîratî li ser gerestêrkên ji cemedê bibarin
Elmas ji ber bedewiyê, bikaranîna di pêvajoyên pêşeyî da û her wiha ji ber kêmbûna xwe ji wan materyalan e ku gelekî li ser Erdê tê daxwazkirin.
Bi miliyonan - heta bi miliyaran - sal dem pêwîst e da ku elmas di kûrahiya Erdê da çê bibe. Elmasên ku li ser rûyê Erdê tên dîtin, tenê ji ber teqîn û hilpirjîna volkanan e.
Lêkolîneke zanistî ya nû nîêşan daye ku tevî kêmbûna elmasê li gerestêrka me, dibe ku ev gewher li cihên ên keyhanê bi zêdehî hebe.
Hîpotez û ceribandinên pêşîn îhtimala barîna elmasê li gerestêrkên ji cemedê yên mezin di asteke taybet a fişarê da zêdde kirine.
Aniha zanyarên Ceribîngeha Neteweyî ya Lezder a SLAC'yê li Wezareta Enêrjiyê ya Amerîkayê ev yek keşf kirine ku hebûna oksîjenê îhtimala pêkhatina elmasê zêde dike. Ev tê vê wateyê ku elmas dikare di bereyeke berfireh a şert û mercan da pêk bê. Li gorî vê zanyariyê, berovajiya tiştê ku pêştir dihat gotin, barîna elmasê dikare wek diyardeyek li hejmareke zêdetir a gerestêrkan biqewime.
Hin zanyar bawer in ku diyardeya barîna elmasê li gerestêrkên Ûranûs û Neptûnê li Pergala Rojê ya me diqqewime.