Kanûn 24, 2021 14:54 Asia/Tehran
  • Li Çînê fosîla hêka dînozoran hat dîtin

Fosîla hêka dînozorê ya ku hat dîtin li bajarê Guangjûya Çînê li muzexaneyekê tê parastin.

Li gor nûçeya Press TV; Ev hêka di nava fosîlekê ya 66 milyon salên berê de bû û cenîna (fetusa) di vê hêkê de bi temamî hatiye parastin.

Arkeolog bawer in ku ev cenîna dînozorê ya herî baş hatî parastin e ku heya niha hatiye dîtin.

Hêviya vê yekê heye ku vedîtin vê hêkê bersiva pirsên li ser têkiliya di navbera çûkên îroyîn û dînozoran de bide.

Serepeyv