Sibat 21, 2026 19:11 Asia/Tehran

Medayeke lêkolînê li Waşingtonê eşkere kir ku sîstema ewlehiyê ya li apartmaneke li taxa Menhetenê ya Newyorkê, ya Cêfrî Epistîn sûckarê cinsî li Amerîkayê, di bin çavdêriya rayedarên Siyonîst de hatiye danîn.

Malpera lêkolînê ya Dropsite News di raporekê de ragihand ku, li gorî E-mailên nû yên ku Wezareta Dadweriya Amerîkayê weşandine, alavên ewlehiyê yên ku di destpêka sala 2016an de ji hêla rêxistinên Siyonîst ve li malekê li Menhetnê  hatine danîn  ji hêla çend kesên têkildarî  Epistîn ve hatine bikar anîn.

Ji aliyê din ve,  di dewama eşkerekirinên dosiya  Epistîn  piyê serokkomarê Ukraynê û jina wî jî li vê dosiyê hatiye vekirin û hate ragihandin ku navê serokkomarê Ukraynê di dosiyên Cêfrî Epitsîn de zêdetirî 50 caran hatiye.

Viktor Medvedçok, serokê tevgera Ukrayna Din got: Navê Serokkomarê Ukraynê Volodîmîr  Zelenskî di dosiyên Epitsîn de  ji wan di gotûbêjên derbarê qaçaxa mirovan û  gendeliyê li Ukraynê de hatiye.

 

Serepeyv