Pêgirîya Venezuelayê ser destnewerdana bîyanîyan di karên vî welatî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i357838-pêgirîya_venezuelayê_ser_destnewerdana_bîyanîyan_di_karên_vî_welatî_da
Dêlsî Rodrîgêz Serokomara demkî ya Venezuelayê wek berteka hibmr idiaya Trump têkildarî birêvebirina vî welatî got: Ti rayedarekî bîyanî yê nebe hikimdarê Venezuelayê.
(last modified 2026-01-07T13:40:09+00:00 )
Çile 07, 2026 13:32 Asia/Tehran

Dêlsî Rodrîgêz Serokomara demkî ya Venezuelayê wek berteka hibmr idiaya Trump têkildarî birêvebirina vî welatî got: Ti rayedarekî bîyanî yê nebe hikimdarê Venezuelayê.

Dêlsî Rodrîgêz Serokomara demkî ya Venezuelayê careka din revandina Nîkolas Madoro Serokomarê vî welatî bi estê Amerîkayê şermeszar kir u got: Me wek rêzgirtina li kesên ku canê xwe di encama êrişa cinayetkerane ya Amerîkayê da fida krin, bi awayekî fermî 7 roj şîna giştî ragihand. Wê herwiha got: Ti rayedarekî bîyanî nikare li Venezuelayê hikimdarîyê bike. Ev gotin piştî wê hatin hilêxistin ku Donald Trump Serokomarê Amerîkayê gotibû ku yê birêvebirina hikûmeta Venezoelayê bigire destê xwe. Ev gotina Trump bû sedema berteka gellek welatan u wan ev karê Amerîkayê mînaka destdirêjîya ser axa welatekî din zanîn. Donald Trump idia kiribû ku rayedarên dewleta Venezuelayê yê di navbera 30 heta 50 milyon bermîl nift radestî Waşîngtonê bikin. Trump herwiha idia kirîye nifta ku em ji Venezuelayê werdigirin, dê bi bihaya li bazarê were firotin u ez dê wek Serokomarê Amerîkayê çavdêrîyê ser vî karî bikim. Êrişa Amerîkayê ser Venezuelayê u revandina Serokomarê vî welatî û veguhestina wî bo New Yrokê bû sedema gellek bertekan li asta cîhanê.