Hişyarîdayîna UNICEFê derbarê qeyrana av û xwarinê li Xezzeyê de
Sindûqa Piştgiriya ji Zarokan a NY (UNICEF) derbarê qeyrana mirovî û kêmasiya zêde ya av û xwarinê li Xezzeyê de hişyarî daye.
Tevî pêkanîna agirbesê, UNICEF ê hişyarî daye ku zêdetirî milyonek zarok li Xezzeyê ji ber kêmasiya av û xwarinê îza dibin û bi hezaran zarok şevê birçî radizên. Tîs Îngram Berdevka UNICEFê gotiye ku u agirbes nûçyeke baş e lê têra bidawîanîna birçîtî yan dabînkirina ava vexwarinê ya saxlem ji bo malbatan nake.
Berdevka UNICEFê her wiha gotiye ku binesaziyên av û tenduristiyê pir ziyan dîtine û malbat hîn jî ji bo zindîmayînê di rewşekê de ku nexweşxane wêran bûne u çavkanî bisînor in, ber xwe didin. Di vê navberê de, UNRWA jî hewldanên xwe ji bo berfirehkirina navendên perwerdehiyê li kampên penaberan li Xezzeyê berdewam dike.
Vê ajansê ragehandiye ku ev dibistanên ku hîn bi kêr tên, bûne mazûvanê bi sedan hezar zarokên aware û ev yek dewama perwerdeyê zehmet dike.
Tevî gelek zehmetiyan, filistînî hewl didin ku bi birêxistina polên demkî di nav konan de, hêdî hêdî karê perwerdeyê vejînin û hêviya fêrbûnê di nav dorpêç û wêraniyê de zindî bikin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî hin hûrgilî derbarê cenazeyên şehîdên filistînî de weşandiye, ku ev cenaze di encama işkenceyên giran de perçe perçe bûne. Karbidestên vê wezaretxaneyê ragihandine ku cenazeyên ku gihîştine destê me di bin îşkenceya dijmin de perçe perçe bûne û rûyên wan hatine şewitandin ku nasnameya wan neyê diyarkirin.