Cotmeh 28, 2025 17:15 Asia/Tehran

Artêşa Rejîma Siyonîst dest bi êrişeke hewayî ya bêhempa ser bakurê Rexê Rojavaya çemê Urdinê kir.

Artêşa Rejîma Siyonîst van rojana êrişên xwe ser Rexê Rojava Çemê Urdinê zêde kirine û di encama gera nû ya van cinayetan de çend filistîniyên din jî şehîd an jî birîndar bûne. Medyayan derbarê êrişên berfireh ên hêzên dagirker ên siyonîst ser çend deverên Rexê Rojava û Qudsa dagirkirî ji wan Ertah li başûrê Tulkermê, Belate li rojhilatê Nablusê û kampa Eqebe Cebr li bajarê Erîhayê, bajarokê Hizma li bakurê Qudsa dagirkirî, Kefer Laqif li rojhilatê Qelqîliyê, Qebatiya li başûrê Cenînê, Sûrîf û Beyt Emr li parêzgeha El Xelîlê agahî dan. Hêzên artêşa Rejîma siyonîst vê sibê jî bi piştgiriya hewayî êrişî herêmeke nêzîkî gundê Kefer Kod li bakurê rojavayê bajarê Cenînê kirin. Piştî çend sietan pevçûnê sê şervanên filistînî di encama bombebarana vê herêmê de şehîd bûn. Hemasê îro Sêşemê, wek berteka li hember terorkirina sê şervanên filistînî li Cenînê li Rexê Rojava bi daxûyaniyekê ragihand ku terorkirina sê ciwanên filistînî ku ji aliyê dagirkeran ve vê sibê li bajarokê Kefer Qudsê pêk hat, şerekî nû ye ku li dosiya cinayetên bi xwîn ên dagirkerên siyonîst li dijî gelê Filistînê li Rexê Rojava ya dagirkirî, wekî beşek ji siyaseta sîstematîk a komkujiya meydanî, hatiye zêdekirin.Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî di daxuyaniyekê de tekez kir ku terorkirina sê ciwanên filistînî li rojavayê bajarê Cenînê ji aliyê hêzên dagirker ve, bi nîşangiran û bombebarana hewayî, helîqeyeke nû ji zincîra cinayetên cengê yên berdewam ên Rejîma Siyonîst tên hesabê. Di vê daxûyaniyê de hatiye: Operasyona terorê, bêxemiya mutleq a dijmin li himber jiyana gelê me eşkere kir. Vê tevgerê di dawiya daxuyaniya xwe de, tekezî ser berdewamiya berxwedanê heta dawiya dagirkeriyê û dayîna bersiva cinayetên berdewam ên dijmin kir û bang li civaka navneteweyî kir ku helwestek zelal û cidî dijî cinayetên bênavber ên rejîma siyonîst li rexê Rojava û Xezzeyê bigire. Istêfan Ducarîk, Berdevkê NY, jî  tevî şermezarkirina gera nû ya êrişên siyonîstan ser Rexê Rojava şermezar kir û ragihand ku ji destpêka demsala çinîna zeytûnan li Rexê Rojava ve, artêş û bajaroknişînên siyonîst 85 êriş pêk anîne ku di encama wan de hejmarek welatiyên din ên filistînî hatine kuştin an birîndar bûne û çinîna vê berhemê hatiye astengkirin.

Serepeyv