Hûrgiliyên peymana agirbesa Xezzeyê û azadkirina hejmareke girtîyan ji hêla her du alîyan va
Berpirsekî pilebilind ê Hamasê, bi şirovekirina hûrgiliyên peymana agirbesê û pevguhertina girtiyan bi Rejîma Siyonîst re got ku ev peyman eşkere tekeziyê ser rawestandina şer li zîvala Xezzeyê dike û eva xala sereke ya qonaxa yekem a vê peymanê ye.
Vî rayedarê Hamasê got ku navbeynkaran garantiyên zelal pêşkêş kirin derheq vê yekê ku rejîma dagirker peymanê binpê neke. Aliyê amerîkî dê çavdêrê sereke yê pêvajoya rêkeftinan be. Li gorî vê peymanê, 250 girtiyên filistînî yên ku cezayê hewsa heta hetayê bo wan hatiye birîn û 1300 girtiyên filistînî yên xelkê Xezzeyê dê werin berdan. Wî derbarê radestkirina çekan de jî got: Ti filistîniyek dê radestkirina çekan qebûl neke. Gelê me hewcetî bi çek û berxwedanê heye. Hevdem Xaça Sor jî derbarê destpêkirina pêvajoya berdana girtiyên siyonîst li kampa bereya berxwedanê li Xezzeyê agahî da û medyaya ibrîziman jî ragihand ku komek ji heft girtiyên siyonîst radestî artêşa Rejîma Siyonîst hatine kirin. Koma dudyan a girtiyên siyonîst, ji wan 13 girtî jî li başûrê Lubnanê radestî Xaça Sor hatine kirin. Hevdem Tabûrên Qessam piştî berdana girtiyên siyonîst ragihand ku heta dagirker pabendî peymanê bibin, em ê jî pabendî peymanê û xişteya demê ya têkildar bin. Qessamê tekez kir ku peymana agirbesê encama rawestana gelê me û berxwedana têkoşerên bereya berxwedanê ye. Reutersê jî ragehand ku di çarçoveya cihanîna peymana agirbesê de zêdetirî hezar û 900 filistînî dê werin berdan. Di vê çarçoveyê de, bi sedan filistîniyên ku cezayên xwe di girtîgehên Rejîam Siyonîst de derbas dikin îro dê werin berdan. Bi berdana vê koma girtiyên filistînî , bereya berxwedanê ya bi serokatiya Tabûrên Qessam dê zêdetirî 3 hezar û 985 girtiyan li gorî sê peymanan di Operasyona Bahoza Eqsayê de azad bike. Her wiha bo cara yekem di 10 mehan de hejmareke sînordakirî ya kamyonên hilgirê gaz û sotemenî derbasî nav Xezzeyê bûn. Li gorî nûçeyeke din, tevgera Hamasê fermana seferberiya giştî bo heft hezar hêzên xwe yên ewlehiyê daye ku kontrola herêmên ku vê dawiyê hêzên siyonîst ji wan vekişyane, cardinê bigrin destê xwe. Hamasê her wiha pênc qayîmmeqamên nû yên bi pêşîneya leşkerî jibo rêveberiya van herêman destnîşan kiriye.