Îlon 28, 2025 21:36 Asia/Tehran

Di xwepêşandan û meşên ku li bajarên curbecuûr ên cîhanê ji bo piştgiriya ji Filistînê û şermezarkirina kiryarên Rejîma Siyonîst hatin lidarxistin da, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, civatên olî û çalakvanên sivîl ên parzemînên curbicur ên cîhanê daxwaza sepandina hin boykotan dijî Telavîvê û qutkirina têkiliyên dîplomatîk û aborî bi vê rejîma zarokkuj re kirin.

Li Efrîqaya Başûr, zêdetirî 3 hezar  kes daketin kolanên Kîptawnê û ji rayedarên welatê xwe xwestin ku ji ber şerê li Xezeyê têkiliyên xwe yên bazirganî û dîplomatîk bi Rejîma Siyonîst re qut bikin û balyozxaneya vê rejîmê girêdin.Bi hezaran swîsî li bajarê Jênêvê daketin kolanan, bi hilgirtina ala û pankartên filistînî, daxwaza sepandina  hin boykotan ser Rejîma Siyonîst û rawestandina jînosayda li Xezeyê kirin.Ev meş ku çend sietan berdewam bû, di bin  tedbîrên giran ên ewlehiyê da hate lidarxistin û beşdaran Amerîka û welatên ku piştgirîyê didin Rejîma Siyonîst bi desthebûna di jînosayda filistîniyan da tawanbar kirin. Li Stokholma paytexta Swêdê, bi sedan kes bi dû bangên rêxistinên civaka sivîl, daketin kolanan û bi hin dirûşmeyan daxwaza rawestandina bilez a êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê û çêkirina rêyên mirovî yên awarte kirin. Civata Hevgirtina Îslamî û alîgirên rêxistinên sivîl ên Tirkiyê jî li Stenbol û bajarên din ên vî welatî  ji bo piştgiriya Xezzeyê xwepêşandan û mîtîng li dar xistin.Li gorî daxuyaniyên birêxerên van meşan, di van çalakiyan de,  bang li welatên Îslamî hat kirin ku berxwedana Filistînê û nûnerê wê angu tevgera Hamasê, bi fermî nas bikin. Xelkê Tûnisê jî bi dû banga encumenên navxweyî yên vî welatî  ji bo cara 102 em ji dema destpêka êrişên Rejîma Siyonîst  ser Xezzeyê ve mîtîngek protestoyê li dar xistin û careke din cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê bi tundî şermezar kirin. Bi hezaran kes ji xelkê Merakişê jî bidû daxûyaniya Bereya  Merakişî ya Piştgiriya Filistînê li bajarê Tenceyê beşdarî xwepêşandanek mezin bûn û tevî şermezarkirina jînosayda filistîniyan, daxwaza piştgiriyê Paporên Berxwedanê kirin.Li bajarê Liverpûlê yê Îngilîzê jî, bi hezaran kesî beriya konferansa Partiya Karker a vî welatî xwepêşandanek li dar xistin û tevî bilindkirina  alaya Filistînê daxwaza bidawîhanîna jînosayda li Xezzeyê û rawestandina hinardekirina çekan ji aliyê hikûmeta Inglîzê ve bo erdên dagirkirî kirin.Li Parîsa paytexta Fransayê jî  xwepêşandaneke  mezin bona şermezarkirina  jînosayda li Xezzeyê hate lidarxistin û beşdaran tekez kirin ku, ji babet prensîbên exlaqî ve, divê Fransa zextê li rejîma Siyonîst bike da ku êrişên xwe  ser Xezzeyê rawestîne.

Serepeyv