Mirina hêdî li Xezzê bi çeka birçîtiyê
Di bin siya dorpêça hovane ya rejîma dagirker a li ser Xezzeyê de û digel êrîşên hovane yên li dijî Xezeyê, duh bi dehan kes ji ber kêmbûna xurekê û birçîbûnê şehîd bûn.
Eva Rehîl Mihemed Resres, jineke filistînî ya 32 salî ye ku li Komavahiya pizişkî ya Nasirê li Xan Yûnisê ji ber kêmbûna xurekê û nebûna îmkanên ji bo dermankirinê şehîd bû. Eva di halekî de ye ku dûhatên birçîbûnê li Xezzeyê ji Yekşemê ve gihîştine asta xwe ya herî jorîn û hejmara herî zêde ya mirinan di nav Filistîniyên birçî li vê herêmê de, hem ji ber dûhatên bona kêmbûna xwarinê û hem jî ji ber gulebaranên artêşa Rejîma Siyonîst li ser mirovên birçî yên li nêzî navendên amerîkî- siyonîstî yên ku wekî telikên mirinê ne, hatiye tomar kirin. Nûciwanekî filîstînî ku bona birçîtiyê kevir girêdaye zikê xwe dibêje:
UNICEF`ê jî hişyarî da ku birçîbûna li Zîvala Xezzê bi lez belav dibe, mirov dimirin û kêmasiya xwarinê ya kujer di nav zarokan de gihîştiye asta bikaresat. Maykêl Fexrî, Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li ser Mafê Xwarinê jî li ser rewşa mirovî ya dijwar a li Zîvala Xezzê hişyarî da û got: Rewşa li Xezzê pir xirab e û me di dîroka hevçerx a cîhanê de birçîbûnek wisa nedîtiye.
Medyayên navneteweyî û çalakvanên li ser medyaya civakî, wêneyên dîmenên tirsnak parve kirin ku qonaxa bikaresat a birçîbûna li Xezzê nîşan didin. Ela El Sekafî, rêveberê Navenda Mafên Mirovan a filistînî a El Zemîrê jî li ser rewşa xeternak a li Xezzê û birçîbûna giran hişyarî da û got: Nebûna bertekeke cîhanî tê wateya hevkariya di cinayeta dijî neteweyek di bin dorpêçê de ku zarokên wê birçî têne binaxkirin.