May 01, 2025 16:05 Asia/Tehran

Bi berdewamkirina êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê û aloztirbûna rewşa vê navçeyê, Spanya, Belcîka û Îrland, sê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û ji nû ve destpêkirina êrişan ser Xezzeyê bi tundî rexne kirin û bikaranîna alîkariyên mirovî ji aliyê vê rejîmê ve wekî çekek li dijî Xezzeyê şermezar kirin.

Hektor Gomez Hernandz, Nûnerê Daîmî yê Spanyayê li NY got: Destpêkirina êrişên ser Xezzeyê û zêdebûna operasyonên leşkerî li Rexê Rojava rewşa mirovî ya lawaz ku têde xebatkar û navendên mirovheziyê jî, bûne armancên leşkerî, xirabtir dike.Wî ev êriş wekî binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî bi nav kir û binpêkirina agirbesa  navbera Rejîma Siyonîst û Hemasê şermezar kir.

Sûfî Dê Smît, Nûnera Dayîmî ya Belcîkayê li NY got: Em banga bidawîanîna binpêkirinên rêzikên navneteweyî ji hêla Telavîvê ve dikin.

Vê rayedara belcîkî ​​bang li Rejîma Siyonîst kir derbaskirina alîkariyên mirovî nav Xezzeyê qebûl bike û got: Divê di her rewşekê de qanûnên navneteweyî yên mirovî bên berçavgirtin. Fergal Mîtên, nûnerê daîmî yê Îrlandê li NY, jî got: Tiştê ku em li Xezzeyê û Rexê Rojava dibînin, nîşan dide ku ew bi tevahî  li himber qanûnên navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya NY û yekparçeyiya NY wekî saziyekê xemsar in û dijberiya berdewam a rejîma Siyonîst li hember şandina alîkariyên mirovî û kelûpelên bazirganiyê bo Xezzeyê,  qeyrana birçîbûnê li vê navçeyê bi lez û bez girantir dike.  Antonyo Gotêrêş, sersekreterê NY jî ji Konseya Ewlekariyê re ragehand ku rewşa mirovî li seranserê Zîvala Xezzeyê ber bi rewşeke xirabtir ve çûye. Telavîvê rêyên derbarkirina xwarin, sotemenî, derman û kelûpelên bazirganî bo nav Xezzeyê girtiye.

 

Serepeyv