Şehîdbûna 92 kesî li Xezzeyê Hejmara şehîdan rabû 51 hezar û 157 kesî
Di dewama cinayetên Rejîma Sîyonîst da li Zîvala Xezzeyê, 92 filistînîyên din di 48 saetên buhurî da hatin şehîdkirin.
Wezareta Tenduriustîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê îro ragihand ku di 48 saetên buhurî da 92 kesên din li Zîvala Xezzeyê hatin şehîdkirin û 219 kes jî hatin birîndarkirin.
Ji destpêka destdirêjîya nû ya Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 18ê Adarê ca heta nika, hezar û 783 kes li vê herêmê hatine şehîdkirin û 4 hezar û 683 kes jî hatine birîndarkirin.
Bi vî awayî hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va rabû 51 hezar û 157 kesî û hejamra birîndaran jî rabû 116 hezar û 742 kesî.
Berî vîya Ajansa ALîkarîgîhandin û Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) ragihandîye ku xwarek, derman û ardû û çadirên ku wek alîkarî hatine şandin, li derbasgehên Zîvala Xezzeyê hatine sekinandin, ji ber ku rejîma Israyîlê ev 7 hefte ye ku rê li ber derbaskirina wan digire.