Nîsan 07, 2025 17:36 Asia/Tehran

Li besiva banga greva giştî ya piştî cinayeta siyonîstan li zîvala Xezzeyê, îro xelkê piraniya bajarên Rexê Rojava dest bi greva serasnerî kirin.

Welatiyên filistînî li rexê Rojava bona ragihandina piştevaniya xwe ji xelkê Xezzeyê û şermezarkirina cinayetên siyonîstan ji vê sibê ve hemû karûbarên xwe girtin û dikan, sazî, beşa perwerdeyê, beşa veguhestina giştî û  hemû hatin girtin.

Filistîniyên bajarê El- Îsawiyê li Qudsa dagirkirî dest bi grevê kirin û cinayeta siyonîstan li Xezzeyê şermezar kirin.

Xelkê  bajarokê Seîr li bakurê El-Xelîlê jî bona piştgiriya Xezzeyê û şermezarkirina cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê dest bi grevê kirin.

Welatiyên filistînî li Nablusê li bakurê Rexê Rojavayî jî ji bo piştgiriya ji Xezzeyê û şermezarkirina cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê dest bi greva giştî kirin.

Bajarokê Beyt Eynûnê li bakurê El-Xelîlê û bajarê Ramullahê, ji bo piştgiriya ji gelê Filistînê û şermezarkirina jînosayda li Xezzeyê, li seranserê welêt grevek tê lidarxistin.

Xelkê Tûlkermê jî wek bajarên din ên rexê rojavayî bona piştevaniya ji Xezzeyê û şermezarkirina cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê dest bi greva giştî kirin.

Serepeyv