Xezze careka di bin agir û hawanan de
Piştî ragihandina ji nûve destpêbûna şerrê dijî Zîvala Xezzê, êrişên hovane bixwe jî bi piştgîriya tam a Amerîkayê ser gişt Zîvala Xezzê destpê kir.
Rejîma Siyonîst dewra nû ya êrişên xwe ser Zîvala Xezzê destpê kir. Çavkaniyên filistînî basa êrişa ser komek ji welatiyên li dorhêla nexweşxaneya Rentîsîiyê li Xezzê kirin Eva di halekî da ye ku ti navçeyek li Zîvala Xezzê tine ku neketibe ber van êrişan û Rejîma Siyonîst malên xelktêde, dibistan û xêwetên bichbûna awareyan daye ber êrişên giran. Hejmara şehîdên ji ber van êrişan gihîştiye 450 kesî û hejmara birîndaran jî zêlde dibe. Hevgavê viya wezareta tenduristiyê ya Xezzeyê amaje bi kêmbûna zav a derman û alavên tenduristiyê jî kir û diyar kir ku gihandina birîndarên ku di bin xirbeyan de ne, nepêkan e û nebûna îmkanên rizgarkirinê ev kar zehmet kiriye. Wezîrê cengê yê Îsraîlê, Yesraîl Kats jî fermana rawestandina çalakiya derbasgeha Refehê da û hevdem ligel girtina vê derbasgehê, êrîşên asmanî li ser bajarê Refahê jî dest pê kirin. Berdevka Koşka Spî her wiha got, karbidestên îsraîlî derbarê êrîşên xwe yên li ser zîvala Xezzê bi rêveberiya Trump re şêwirîn. Karolîn Lêvît ji xwe mukur hatiye ku ev êrîşên hanê bi hemahengî û piştgirîya webirr a Amerîkayê destpê bûne û Waşîngtonê bi awayekî tam aşkera û berfireh piştgirîya vê kiryara Rejîma Siyonîst kiriye.
Di heman demê de, Dr. Ebdul Letîf El Qano, berdevkê Hemasê, wek berteka li hember dubarekirina êrîşên hovane yên artêşa Siyonîst ser Zîvala Xezzê , ragihand ku Rejîma dagîrkir bi hemahengiya Amerîkayê şerê jînûsaydê dijî Xezzê ji nû ve dest pê kiriye û gelek cinayet dijî gelê me kiriye. Ajansên Rêxistina Netewên Yekgirtî ji wan UNRWA û UNICEF`ê jî,amaje bi rewşa Zîvala Xezzê kirin, û ragihandine ku vîdêoyên kuştina xelkê Xezzê di êrişên serê sibeha îro yên Îsraîlê de, hovane ne. Antoniyo Gotrêş, sersekreterê vê rêxistinê jî li ser giringiya rêzgirtina lihevkirina agirbesê û gihandina alîkariyan bo Zîvala Xezzê pêgîrî kiriye.