Şirovekirina Komkujiya Perava Sûriyê di Çarçova navçeyî de
Piştî cinayeta komkujiya bi sedan şîeyan li navçeyên Peravên Sûriyê û hewlên medyaya rojava û welatên Kendava Farsê ji bo guhertina nasnameya qurbanî û cinayetkarê vê dosiyê, belgeyên berdest nîşan didin ku ev alûgur di saya komployeke biyanî de rû dane û li gorî bawera pisporên siyasî, aktorên sereke yên wê hikûmeta Tirkiyê û Rêjîma Siyonîst in.
Belavkirina nûçeya kuştina hovane ya bi sedan elewiyan li peravên Sûriyê, bûye sedem ku hikûmeta demkî ya Colanî jibo vegerandina rûmeta ji navçûyî û ji holê rakirina gumanên derbarê berdewamiya reftarên terorîstî yên pêkhateyên di bin fermana wê komîteyelê jibo hilkolandina van bûyeran li parzêgehên peravê ava bike.Pênc rojan piştî kuştina bi sedan welatiyên elewî yên ku piraniya wan ewlewiyên sivîl li Sûriyê ne, komîteya bi navê Komîteya Kivşkirina Rastiyan ji bo babetên binpêkirinanê û kuştina elewiyan li wî welatî di kongirekî rojnamevanî de derbarê fermanên Ehmed El-Şer (Colanî) serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê agahî da. Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di hezar 383 kesên sivîl di encama êrişên lser rojavayê Sûrîyê de hatine kuştin.Ev kuştin û ragihandina wan a medyayî, ligel dîroka kiryarên terorîstî yên Colanî, ku demekê serokê Tehrîr el-Şam bû, bû sedem ku hikûmeta demkî li Şamê ragihîne ku ew kesên ku sûç kirine ji herêmê derxistine.
Kuştina elewiyan di halekê de berdewam e ku hikûmeta demkî ya Colanî li hember cinayetên curbicur ên Rejîma Siyonîst wek dagirkirina axa Sûriyê û êrişa ser Sûriyê bê deng maye.
Li gor nûçeyên medyayê, artêşa Rejîma Siyonîst bilindahiyên Cebel El-Şêx jî dagîr kiriye û li bilindahiyên Cebel El-Şêx li başûrê rojavayê Sûriyê 2 baregehên leşkerî ava kirine.Ji aliyê din ve, hikûmeta Tirkiyê di halekî de ku êrişa ser Kurdên Sûriyê berdewam dike ji hêla din ve jî hewil didebandorê li hemû biryarên hikûmeta Şamê bike. Di vê çarçoveyê de, piştî ku Mezlûm Ebdî nameya radestkirina HSD`ê ya li dijî Colanî îmze kir, beşeke mezin ji Kurdên li gelek bajarên Kurdan ên Sûriyê, ji wan Qamişlo, Hesekê, Serêkanî, Kobanî û Serîn, tevî şermezarkirina cinayetên hikûmeta demkî ya Şamê di komkujiya elewiyan, îmzekirina vê nameya wekî şirîkbûna kurdan di dewam cinayetên HTŞ dan zanîn û ev mijar wek xapandineke din ji bo Kurdên Sûriyê, ew jî bi komploya Amerîka û Tirkiyê nirxandin.